12 Kasım 2013 Salı

Nav ê min Rojava ye…



Rojava



“Ez çi bêjim li dû çavên te,
Ez çi bêjim ji ber xweşikbûna te,
Rojavayê dilê min!
Tavaheyva min di xweşikbûna rûyê te de ma,
Kenên min di çavên te de,
De bilezîne!
Wek çûyînek bê xatir vegere li me,
Wek zarukek bê xem bikene ji me re
di germahîya şoreşê de,
Bila em bibin Rojavayê dilê te,
Û bila şad bibe Kurdistan,
Bi hatina te,bi azadîya te…”



Ez çîrokekî ji êşên Kurdistanî me. Evîndarîyên min di xeyala azadîya min de xwe mezin dikin. Û ji hemû welatan bêhtir, bê al’im ez. Bi êş û bi janim. Helbest ê min, ji agirê sînema Amûdê bêhtir dişewite û dişewitîne. Ev çend sal e ez dişewitim di hembêz a lirîka dayîkan de. Nav ê min Rojava ye. Di hemû demsalan de kulîlkên amûdî û qamişloyî me, baranên dêrîkî û Kurdistanî me.

Dilê min ji hemî pêlên jîyanê, pêşgotinek dîrokîye û bi sirûdên şoreşgerî govenda keç û xortan digerîne û dilezîne jibo navê xwe yê Kurdistanî…

Nav ê min Rojava ye. Hemû hestên min, ji rengê ROJ ê AVA dibe û ez dibim “Rojava,” dibim birîn, dibim şahî. Carnan dibim awazek Şêxoyî û ji qamişlo gazî dikim bi tembûra çîyayî. Carnan jî dibim binxet û dinvîsim helbest ê Cegerxwînî. Nav ê min Rojava ye. Ez pênûsek ji reng ê gul ê û awaz a bilbil ê me, evîn û evîndarê roj û ax a Kurdistan ê me. Di hembêz a min de, çîroka zarukên nîvxeyal û kenên veşartî hene, di çav ê min de rêyên bêveger… Nav ê min Rojava ye. Di dil ê min de hêvîyên rojhelatî xwe dispêrin ezmanên çavên bendewar. Çav ê min li bahara nav ê xwe digere û dest ê min lênûs a şoreş ê dinvîse, li ser du pêçîyan. Nav ê min Rojava ye. Ez şoreşek ji reng ê jin ê me. Rûyê min di xweşikbûna baza xezalak de şer dike û xweşik dibe. Ez stranek Zîlanî û Bêrîtanî me. Başûrî, Bakûrî û Rojhelatî me…

Nav ê min Rojava ye. Ez ji pêlên feratî û evînek dicleyî me. Bask ê min, ji dengê bilûra bav ê min, axînên kurdewar belav dike ji bo xewnereşkên xwînmij. Û ez bi hezaran car dibim şehîd, bi hezaran car dibim ax, dibim goristan, lê bi hezaran car dibim vejîn, dibim qêrîn. 

Dibim şoreşek Rojavayî. Nav ê min Rojava ye. Ez di singa dayîkan de, hêvîyên çivîkên şînim ê k udi ezmanê min de digîhîjin ruh ê duâyan… Ez di çavên zarukên por hene de, bendewarîya baranên keskesorî me. Nav ê min Rojava ye. Ez lênusek ji pênûsa yepegê me, lewma dinvîsim destanên egîdan, lewma dinvîsim bi xwîna şehîdan.

Nav ê min Rojava ye. Ez di rêça nemiran de rê digrim. Li hêlekê min Rustem ê Cudî, li hêlekê min ê din Xebatê Dêrikî ye. Û ez di çavê wan de, li welat ê azadîstan ê digerim, da ku navê wî bibe Kurdistan. Û di hemû sibehê min de, stûxwarîya şevên xapînok, diqêrîna cangorî yê min de dilîlînın û baz didin. Nav ê min Rojava ye. Ez di hemû awiran de, birûskekî şervanî û şoreşgerî me. Baranên min, di hembêza dayîka min de xwe dispêrin ax ê, lewma ji bêhna axê pirtir, bêhna hezkirinên min, bêhna xatirxwestinên min hene. Lewma ez tolhildanek rojhelatî, kêlîyek çîyayî me.

Nav ê min Rojava ye. Bi hezaran kulîlkên min, ji tîrêjên roj ê ne, ez bi hezaran zarukên roj ê mezin dikim, di xeyalên Kurdistanî de. Û hemû rêwîyên min, ji dilê min rê digrin ber bi rojavayê dilê min ve…

Nav ê min Rojava ye. Ez ê bînim Kurdistana dilê we, ez ê bixwînim Rojava yê çavên we …


* Spot

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder